Trump: Îranê qebûl kir ku ti carî nebe xwedî çeka nukleerî

Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku Îranê qebûl kiriye ku ti carî nebe xwedî çeka nukleerî. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî got, ew li bendê ne ku peyman di nava 24 saetan de temam bibe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Truth Socialê daxuyanî da û îdîa kir ku Îranê qebûl kiriye ku nebe xwedî çeka nukleerî.

Trump di parvekirina xwe de got, "Komara Îslamê ya Îranê qebûl kir ku ti carî nebe xwedî çeka nukleerê."

Serokê DYE'yê her wiha ragihand ku Tengava Hurmuzê ku xwedî girîngiyeke stratejîk e "wê di demeke nêz de jinûve vebe."

PAKISTAN: PEYMAN DIBE KU DI NAVA 24 SAETAN DE TEMAM BIBE

Li aliyê din, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku di danûstandinên dîplomatîk ên bi Îranê re navbeynkariyê dike, daxuyaniyeke balkêş da. Şerîf li ser platforma X'ê got, ew li bendê ye ku peyman di nava 24 saetên dawî de bi encam bibe.